All NewsTop

Roja dadgehkirina kesayetiyên Artsaxî yên bi qaçaxî hatine girtin li Bakûyê hatîe eşkerekirin

Roja darizandina dosyaya sûc a çêkirî ya serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya Artsaxê ku di rojên sirgûnê de hatibû girtin, hat ragihandin.

Li gorî nûçeya APA’yê, rûniştina destpêkê ya dadgehê ji bo 17’ê Kanûna Paşîn pêk tê, îdianameya di doza sûc de di 16’ê Kanûna pêşîn de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Azerbaycanê ve hat qebûlkirin û ji bo lêkolînê ji Dadgeha Leşkerî ya Bakuyê re hat şandin. Doz sewqî hakimê Dadgeha Leşkerî ya Bakuyê, seroka dadgehê Zeynal Aghayev hat kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nav wan kesên ku di esareta Azerbaycanê de ne, 8 nûnerên berê û niha yên serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya Artsaxê jî hene. Ew serokên berê yên Artsakh Arkadî Ghûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyunyan, Wezîrê Derve yê berê Davît Babayan, her weha serokê NA Davît Îşxanyan, fermandarê berê yê Artêşa Parastina Artsaxê, Gênêral Lêvon Mnatsakanyan, Gênêral Davît Manûkyan, û Wezîrê berê yê Dewleta Artsaxê Rubên Vardanyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button