
Wezîrê Karên Derve yê berê û Parlamenterê Tirkiyeyê Mêvlût Çavûşoglû, di çarçoveya Meclîsa Parlamenteran a NATO’yê de nêzî endamên şandeya Ermenîstanê bû û li ser îhtîmala aştiyê ya li herêma Başûrê Kafkasyayê axivî.
Serokê Lijneya Parastin û Ewlehiyê ya Meclisa Neteweyî Andranîk Koçaryan di axaftina xwe ya li gel rojnamegeran de ev agahî da.
Heyeta Ermenîstanê di navbera 22-25’ê Mijdarê de weke endamekî hevkar beşdarî Meclîsa Parlamenteran a NATO’yê bû.
“Çavûşoglu, min, Arûsyak Jûlhakyan û Vahagn Alêksanyan nêzî me bû û sohbetek kir. Me destpê nekir, hat, behsa aştiyê, îmkanên wê dikir.”







