
Di warê parastina hewayî de jî em piştgiriya Ermenîstanê dikin. Wezîrê Fransî yê Hêzên Çekdar
Bi boneya çaremîn serdana wî ya Parîsê, bi hevtayê min yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan re hevdîtineke nû ya dualî pêk hat. Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransa Sêbastîan Likornû li ser bloga xwe ya X nivîsî.
Wezîrê Fransî wiha nivîsî: “Em xebatên xwe ji bo piştgirîkirina Ermenîstanê di hewildanên wê yên berevaniyê de, di warê şêwirdarî, perwerdehî û her weha amûran de, bi taybetî di warê parastina hewayî de didomînin.”
Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan di rûpela xwe ya X ya fermî de ji bo pêşwaziya germ û nîqaşên berhemdar spasiya Sêbastîan Likornû kir.







