
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi xwe jî lidarxistina civîna Konseya Aborî ya Bilind a Avrasyayê li Ermenîstanê ne guncaw dît.
Paşînyan ev yek di civîna pirs û bersivan de ji hikûmetê re li Meclisa Netewî, amaje bi pirsa Parlamentera Fraksiyona “Hayastan” a opozîsyonê Anna Grîoryan kirîe.
Paşînyan gotîe “Ez rasterast dixwazim bibêjim ku min bi xwe ne guncaw dît ku ev çalakî li Komara Ermenîstanê were lidarxistin, ji ber ku mixabin ji ber şert û mercên ku hûn dizanin hemî endamên Konseya Aborî ya Avrasya ya Bilind ji bo Komara Ermenîstanê ne guncan in.
Serokwezîr li ser pirsa parlementerê derbarê girêdana di navbera pejirandina yasaya Romayê û girtina muhtemel a Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de jî got. “Dema ku me Statuya Romayê pesend kir, em bi hevkarên xwe yên li Rûsyayê re di nava têkiliyê de bûn. Me ji wan re mînaka xwe ya bi Amerîkayê re anî. Lihevkirineke me ya dualî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re heye ku di têkiliyên wan de hin taybetiyên di destûra Romayê de tekez dike. Me heman mekanîzma ji Rûsyayê re jî pêşniyar kir, lê Rûsyayê ji ber hin sedeman qebûl nekir.”







