
Beriya COP29 ku li Bakûyê bê lidarxistin, zêdetirî 50 parlamenterên hemû fraksyonên Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyeke hevpar dan, tê de tekez kirin ku COP29 ne tenê konferanseke avhewayê ya bibandor û girîng e, di heman demê de pabendbûna bi prensîbên edaletê jî heye.
Li gor rapora nûçegihanê “Armenpress”ê ji Brûsêlê, 52 parlementerên Parlementoya Ewrûpayê, li ser biryar û raporên pêwendîdar ên Parlementoya Ewrûpayê yên ku ji Gulana 2021`an ve hatine pejrandin, daxwaz ji hikûmeta Azerbaycanê kirin ku demildest û bê şert û merc hemû girtiyên ermenî yên li Azerbaycanê azad bike, di nav de serkirdayetiya leşkerî û siyasî ya berê ya Qerabaxa Çiya.
Parlamenter her wiha bang li saziyên rêveber ên Yekîtiya Ewropayê, Konseya Yekîtiya Ewropayê, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê dikin û bang dikin ku guh bidin biryarên Parlamentoya Ewropayê û li gorî ruhê wan tevbigerin.







