
Serbestberdana girtiyên ermenî yên ku li Azerbaycanê girtî ne, dê ji bo lihevhatina Êrîvan û Bakûyê gelek alîkar be.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, li gorî ajansa TASSê, Balyozê Ermenistanê li Rûsyayê Gûrgên Arsênyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ev tişt got. Arsênyan gotîe, “Pêngaveke bi vî rengî wê gelek alîkariyeke mezin bide lihevkirinê.”
Sefîr bal kişand ser wê yekê ku ger Erîvan û Bakû peymana aştiyê îmze bikin, dê ji hemû cîhanê re ragihînin ku her du dewlet û milet dê di nav aşitî û hevkariyê de bijîn, wê gavê divê dest bi gavên ku dê werin nirxandin.
Azerbaycanê bi fermî hebûna 23 girtiyên Ermenî û kesên din ên girtî, ku di nav wan de nûnerên serkirdayetiya leşkerî û siyasî ya berê ya Qerabaxa Çiya jî hene, piştrast kirîe.







