
Balyozxaneya Ermenistanê giliyek fermî pêşkêşî nûnertiyên dîplomatîk ên din ên li Brûsêlê kir. Balyoz ragihand ku wî ji hevkarê xwe yê Azerbaycanê gefên kuştinê standîe, POLITICO dinivîse.
Li gor nûçeya POLITICOyê, di nameya ku hefteya borî ji balyozan re hat belavkirin de tê gotin ku Balyozê Ermenistanê Tîgran Balayan ji aliyê Balyozê Azerbaycanê Vakîf Sadîkov ve rastî êrîşa devkî hatiye û hatiye tirsandin û sefîrê Azerbaycanê jî “bi eşkere gef li jiyana xwe xwariye.”
Hat destnîşankirin ku bûyer di resepsiyona ku bi boneya Cejna Neteweyî ya Tirkiyeyê li Otela Tangla ya Brukselê hat lidarxistin de pêk hat. Tê bawer kirin ku ew yekem operasyona bi piştgirîya Enqereyê ye ku balyozê Ermenîstanê ji şerê sala 2020-an de di navbera Artsaxê û hevalbendê nêzîkê Tirk Azerbeycanê de tê vexwendin.







