All NewsTop

Konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî dê dîsa li “welatê petrolê” yê otorîter were lidarxistin. Financial Times

Financial Times dinivîse, meha bê, bo sala sêyem li ser hev, konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP29 dê li welatekî otorîter, Azerbaycanê, ku xwedan nîşanên gumanbar ên parastina mafên mirovan e, were lidarxistin. Financial Times di edîtoriya xwe de nivîsand, Azerbeycan duyemîn welatê madenê ye ku mazûvaniya konferansa Neteweyên Yekbûyî dike.

“Girîng e ku hem welatên pêşkeftî û hem jî welatên hilberînerên sotemeniya fosîl, ku beşek ji çareseriyên gerdûnî yên ji bo guherîna avhewa ne, karibin berpirsiyariya COP bigirin ser milê xwe. Li Azerbaycanê, di sala 2003 de, otokrat Îlham Aliyev serokatiya welêt ji bavê xwe mîras girt. Piştî Misir û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Azerbaycan jî hêvî dike ku bi mazûvaniya navberê ya COP, ew ê bikaribe navûdengek “pozîtîfek derewîn” bi dest bixe”, di edîtoriya kovarê de tê gotin.

Financial Times bi bîr dixe ku tenê 14 meh beriya COP-a îsal, Azerbeycanê biryar da ku pirsgirêka sî salî ya bi Ermenîstana cîran re bi zorê çareser bike. Azerbaycanê tenê piştî ku Ermenîstanê di berdêla berdana 32 dîlên şer ên ermenî de vetoya xwe rakir, ji Azerbaycanê re fersenda mazûvaniya rûniştina 29. a COP hate dayîn. “Ji aliyê teorîk ve mimkun e ku îmkana dayîna welatên wek Azerbaycanê ji bo mazûvaniya bûyerên girîng ên cîhanî, wan di navenda balê de bihêle û wan neçar bike ku xwe bêtir erênî nîşan bidin. Lê belê Aliyev ku di Sibata îsal de bi hilbijartinên sexte bû cara pêncemîn bû serokomar, bêdengiya xwe didomîne.”

Komên mafên mirovan banga zextê li Bakûyê dikin da ku dawî li çewisandina xwe ya hovane ya li ser rexnegir, medya û civaka sivîl bîne. Parêzvanên mafên mirovan li welat piştrast dikin ku li Azerbaycanê nêzî 300 girtiyên siyasî hene. Li gor rojnameya Financial Times “Azerbaycana ku soza “COP a aştiyê” daye, divê beriya konferansê bi Ermenîstanê re peymana aştiyê îmze bike.”

“Hikûmetên navneteweyî û beşdarên forumê divê derfetê bikar bînin û welatê mêvandar neçar bikin ku nîşaneyên xwe yên demokratîk biguherînin. Divê ew û saziyên Neteweyên Yekbûyî di konferansê de mafên mirovan biparêzin. Reformên lezgîn jî hewce ne, ku dê rêgezên ji bo mazûvaniya konferansa COP hişktir bike û berpirsiyariyên welatên mêvandar zêde bike,” gotara Financial Times dibêje.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button