
Çend roj berê li New Yorkê nîqaşa bi sernavê “Balansa Nû ya Ermenîstanê” pêk hat. Zêdeyî sed pisporên mijarên herêmê, siyasetmedar û vekoler beşdarî wê bûn.
Di hevdîtina 3 saetan de mijarên ewlekariya Ermenîstanê di şert û mercên nû yên siyasî yên derve de hatin nîqaşkirin. Her wiha bandora îhtîmala hilbijartinên serokatiya Amerîkayê li ser aramiya cîhanî û rewşa Başûrê Kafkasyayê jî hate nirxandin.
“Balansa nû ya Ermenîstanê” ji aliyê “Apri Armenia” li New Yorkê hat organîzekirin. Di nîqaşa li ser mijara “Rûsya, Rojava û Pêşeroja Kafkasyaya Başûr” de li ser başkirina ewlekarî û parastina Ermenîstanê hat axaftin.
Di konferansa ku bi beşdariya senator, sefîr û pisporên Amerîkayê hat lidarxistin de bal hat kişandin ser pêwîstiya xurtkirina têkiliyên Amerîka û Ermenistanê. Pisporên “Aprî Ermenistan” di axaftina bi “Radîolûr”ê de hûrgilî li ser pirsên ku hatine rojevê û pêşniyarên çareseriyê vegotin.
Cihêrengkirina çavkaniyên ewlehiyê ji bo birêvebirina xetereyan di cîhanek guherbar de girîng e. ev tez ji bo nîqaşa li New Yorkê navendî bû. Pisporê leşkerî yê “Apri Ermenistan” Leonîd Nêrsîsyan ji New Yorkê agahî dide “Radiolur”.
“Bihêlin ez mînakek pir girîng pêşkêşî bikim: garantiyên ku Ermenîstan dabûn ji aliyê Rûsyayê ve nehatin bicihanîn û welat ketibû rewşeke pir dijwar. Di vê gavê de pir girîng e ku Ermenistan bikaribe siyaseta xwe ya ewlekarî û derve pirreng bike, da ku yek lîstikvanek ku paşeroja Ermenistanê pê ve girêdayî nebe.”
Hema bêje hemû beşdarên konferansa New-Yorkê jî hevbîr in ku garantiyên ku bi salan e di cih de ne, îro lawaz in û heta mekanîzmayên têkiliyên çêker ên bi hêzên super re jî naxebitin.
“Dibe ku alîgirên me hebin, lê tu kes ji bo me şer nake.”
Li New Yorkê jî hevkariya leşkerî ya Ermenîstanê ya bi Hindistan û Fransayê re hat axaftin. Lê Leonîd Nêrsîsyan, dide zanîn ku xurtkirina peywendiyên Ermenistan û DYAyê girîngtir bû.
“Berî her tiştî em behsa pêşxistina projeyên aborî yên bi DYA’yê re dikin. Em hemû dizanin ku wek mînak li ser îstasyoneke nû ya gazê muzakere hene, di warê bernameyên perwerdehiyê de jî di warê leşkerî de aktîvkirin heye, ev yek pir girîng e. Me heta niha nebihîstiye ku li ser çek û cebilxaneyan rast axaftinek tê kirin. Bi dîtina min geşedanên di vî warî de bi DYE re dê li gorî welatên din ên Ewropayê hêdîtir bibin, lê em dibînin ku dînamîkek erênî heye.”
Li gel hilbijartinên serokatiyê yên ku di 5’ê Mijdarê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tê payîn, hilbijartinên pêş ên Gurcistanê jî girîng bûn. Ger Harris bi ser bikeve, dê ti guhertinek siyasetê çênebe. Têkiliyên Ermenistan û DYA wê hêdî hêdî pêş bikevin. Pisporê leşkerî dibêje, di rewşa serketina Trump de wêne dê cuda be.
“Bêtir nêrîn hene ku dibe ku ji bo Ermenîstanê dijwartir be. Mînak siyaseta Trump a li hember Îranê dikare ji ya Demokratan pir dijwartir be.”
Li gorî pisporê leşkerî, di konferansa New Yorkê de li ser potansiyela dîasporayê jî îşaretên girîng hatin dayîn. Wek mînak ji bo pêşxistina potansiyela leşkerî ya Ermenîstanê dikare kêrhatî be.
“Ev platform ji bo ragihandina civaka Ermenî ne tenê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li tevahiya cîhanê girîng bû. Rola civaka Ermeniyan di warê pêşxistina potansiyela leşkerî ya Ermenîstanê de, weke mînak, di warê hilberîna çek û cebilxaneyên herêmî de dikare gelek avaker be.”
Li gorî pisporê “Apri Armenia” Davît Antonyan, beşdarên forumê hemfikir in ku danûstandinên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de wê biserkevin, tenê eger Washington bi pêkanîna zextan daxwazên Bakûyê asteng bike.
Gotin divê DYA bixebite û zextê li Azerbaycanê bike da ku aştiyê pêk bîne.”
Mijara têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê jî ji holê ranebûye. Divê sînor bê vekirin bê ka wê Peymana Aştiyê bê îmzekirin an na. ev jî nêzîkatiya beşa sereke ya beşdaran e.
“Eger Amerîka di mijara çekan de yan jî di mijareke din de bi Tirkiyê re di nava têkiliyan de be, divê mijara vekirina sînorê Ermenistan-Tirkiyê pêş de bibe? Divê Tirkiye bipejirîne, DYA ya nû tiştê ku Enqere dixwaze bike.”
Pispor ne tenê rojeva konferansê, di heman demê de navnîşa beşdarên wê jî balkêş dibîne. Nêzîkî 350 nûnerên Ermenistan û Amerîkayê – balyoz, senator û pispor – beşdarî gotûbêjan bûn.







