All NewsTopWorld

Têhran di wê baweriyê de ye ku nabe serweriya ti welatekî bê paşguhkirin. Serokomarê Îranê pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê kir

Têhran di wê baweriyê de ye ku nabe serweriya ti welatekî bê paşguhkirin. Serokomarê Îranê pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê kir

Ajansa Mêhr dinivîse, Serokomarê Îranê Mesûd Pêzêşkyan li Têhranê pêşwazî li Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê Şahîn Mûstafêv kirîe.

Pêzêşkyan di hevdîtinê de bal kişande ser wê yekê ku Îran di wê baweriyê de ye ku nabe serweriya ti welatekî bê paşguhkirin û got: Hebûna biyaniyan bi kêrî welatên vê navçeyê nayê. Wî got ku bi hevkarîkirina dewletên herêmê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Pêzêşkyan got: “Em pêşwaziya hemû projeyên ku dê têkiliyên di navbera welatên îslamî de zêdetir pêş bixin.”

Wî daxwaza bilezkirina cîbicîkirina rêkeftinên di navbera Tehran û Bakûyê de kir û got: “Em pêşwaziyê li danîna rêyên hesinî û rêyên di navbera her du welatan de dikin, herwiha em dixwazin di warên enerjî û çandiniyê de hevkarî berdewam bin û berferehtir bibin û em pabend in bi her tiştê ku di van waran de lihevkirin hatiye kirin.”

Mûstafêv li ser nave Serokomare Azerbaycane İlham Alîyêv diyar kir ku Bakû hewl dide peywendiyen xwe bi İrane ra di waren curbecur da berfire bike, di nav wan de aboriye, pevguhertina enerjiye, çand, transit, ewlehi ü parastine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button