
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çarçoveya Lûtkeya BRICSê ya ku wê di 22-24ê cotmehê de li Kazanê bê lidarxistin de wê hevdîtineke dualî pêk bînin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev tişt ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve di hevdîtina dualî ya bi Serokwezîrê Ermenistanê re di çarçoveya civîna Konseya Serokên Dewletên Serbixwe de hat gotin.
“Ez li Kazanê di Lûtkeya BRICS de li benda we me. Ez hêvî dikim ku ew ê hem kêrhatî û balkêş be. Em ê her wiha civîneke dualî pêk bînin û ji dehan welatên ku plana beşdarbûna van çalakiyan dikin re dê derfet hebe ku em bi gelek hevkarên xwe re biaxivin.”







