All NewsTop

Ermenîstan di çarçoveya “Xaçerêya Aştiyê” de projeya li bendera Çabeharê ya Îranê li dar bixe. Papoyan

Ermenîstan di çarçoveya “Xaçerêya Aştiyê” de projeya li bendera Çabeharê ya Îranê li dar bixe. Papoyan

Wezîrê Aboriyê yê Ermenistanê Gêvorg Papoyan roja 30ê Îlonê pêşwaziya heyeta bi serokatiya Seyîd Muhemed Atabak Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Komara Îslamî ya Îranê kir û li ser îmkanên berfirehkirina peywendiyên ticarî yên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin. Di civînê de Cîgirê Wezîrê Narek Hovakimyan û Atîşeyê Bazirganî yê Ermenîstanê yê Îranê Vardan Kostanyan jî amade bûn. Ev ji aliyê Wezareta Aboriyê ve hat ragihandin.

Îmzekirina peymana jihevtêgihiştinê di navbera Wezareta Aborî ya Komara Ermenistanê û Rêxistina Pêşxistina Bazirganiya Komara Îslamî ya Îranê de li ser pevguhertina mal û xizmetguzariyan di warê geşepêdana karsaziya sektora taybet de, û herwiha vekirina navenda bazirganiya Îranê li Ermenîstanê, ji aliyê her du aliyan ve hat balkişandin.

Wezîr diyar kir ku Ermenistan jî bi îhtîmala ku li Îranê navendeke bazirganiyê hebe, eleqedar e.

Li ser îhtîmala beşdarbûna Ermenîstanê li bendera Çabeharê ya Îranê jî hat destnîşankirin.

Gêvorg Papoyan destnîşan kir ku Ermenîstan di çarçoveya înîsiyatîfa “Xaçerêyên Aştiyê” de projeya ku dê li bendera Çabaharê were lidarxistin û rêyên nû yên hinardekirin û îthalata ji Ermenîstanê bê vekirin dinirxîne.

Di warê çandiniyê de rêyên hevkariyê yên herî pêşeroj hatin gotûbêjkirin, bi taybetî jî warên sewalkarî, mêşvanî û hilberîna mirîşkan.

Herwesa alîyan amaje bi perspektîfa hevkarîya di navbera alîyan de di warên standardîzekirin, nirxandina hevahengîyê, metrolojî, rêziknameya teknîkî de, bi rêya pevguhertina ezmûnan di warê xwe de û bi kar anîna şêweyên hevkarîyê yên ku alîyan qebûl dikin, kirin.

Hevpeyvîn her wiha li ser berfirehkirina hevkariyê di pirojeyên avakirina binesaziyê de û di sektora karsaziyê de nêrînên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button