
Mafê serwerî yê Ermenîstanê ye ku li ser şiyanên xwe yên parastinê bixebite û şirîkên xwe hilbijêre. Berdevkê Yekîtiya Ewropayê
Pêtêr Stano, berdevkê sereke yê karûbarê derve yê Yekîtiya Ewropayê, rexneyên Serokomarê Azerbaycanê Îhlam Aliyev li dijî şanda Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê û “mîlîtarîzekirina” Ermenîstanê bêbingeh dibîne.
Di bersiva pirsa nûçegihanê “Armenpress”ê de li Brûsêlê, berdevkê YEyê dilgiraniya xwe li hember rexneyên Alîyêv anî ziman û diyar kir ku ev şande bêçek û sivîl e û ji bo piştgirîkirina hewlên YEyê yên ji bo pêkanîna aştiyê li navçeyê hatiye bicihkirin.
Berdevkê YEyê bal kişand ser gotinên Alîyêv ên der barê “mîlîtarîzekirina Ermenîstanê” de jî, destnîşan kir ku haya wan ji leşkerkirina Ermenîstanê nîne û bi bîr xist ku Ermenistan welatekî serwer e.
Stano bi bîr xist ku YEyê jî piştgiriya xwe ya ji bo ewlehî û berxwedana Azerbaycanê zêde kiriye.







