
Katolîkosê Ermeniyan Karekîn II bang li civaka navneteweyî û dêrên xwişk kir ku ji bo rêgirtina li Azerbaycanê gavan bavêjin.
Em bang li civaka navneteweyî, dêrên xwişkên xwe, nûnerên olî û dîplomatîk dikin ku tedbîrên bibandor bigirin ji bo rêgirtina li armancên berfirehkirina Azerbaycanê û daxwazên nû yên ku ji hêzên desthilatdar têne pêşkêş kirin. Katolîkosê Ermeniyan Karekîn II di peyama xwe ya bi bereketa Mûron de ev tişt got.
“Herwiha vegerandina deverên sînorî yên ku ji Ermenistanê hatine desteserkirin, ji bo parastina mafên binpêkirî yên Ermeniyên Artsaxî yên bi darê zorê hatine koçberkirin, azadkirina ermeniyên dîl hatine girtin û rizgarkirina mîrata çandî û manewî ya ermenî ya li Artsaxê ji desteserkirin û wêrankirinê. Gelî hêja, ji bo parastina welatê xwe ji windahî û şikestinên nû, di jiyana siyasî ya navxweyî de dest bi diyalogeke saxlem bikin, pêwîst e em bibin yek û yekitiya xwe pêk bînin.”







