
Ararat Mîrzoyan civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf boykot kirîe
Ararat Mîrzoyan civîna Wezîrên Karên Derve yên welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de boykot kirîe. Ev yek ji wêneya hatî weşandin diyar dibe.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 21ê Hezîranê de li paytexta Kazaxistanê Almata beşdarî civîna Konseya Serokên Beşên Karên Derve yên welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf nebû.
Di Sibata 2024an de, Ermenîstanê biryara cemidandina endametiya xwe ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf da û di pey re jî red kir ku heqê endametiyê bide rêxistinê.
Di 12ê Hezîranê de, di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî de, Serokwezîr Nîkol Paşînyan îhtîmal nekir ku di pêşerojê de Ermenistan ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf derkeve.







