
Gere Ermenistan bikaribe erd û nifûsa xwe biparêze. Hevkariya Ermenistan û Fransa di warê parastinê de dê berdewam bike
Fransa dê di warê parastinê de jî hevkariya bi Ermenîstanê re bidomîne. Ev yek ji aliyê wezîrê Fransî yê Ewropa û karên derve Stêphanê Sêjoûrnê li Êrîvanê ragihand.
“Gere Ermenîstan karibe yekparetî, axa û nifûsa xwe biparêze. Hevkariya hevalan di vî warî de jî xwezayî ye. Em vê yekê bi rêzgirtina ji serweriyê re û bêyî daxwazek mezinbûnê dikin,” wî got.
Sêjoûrnê her wiha da zanîn ku di Wezareta Karên Derve ya Fransayê de wezîfeyeke nû hatiye vekirin ku dê ji bernameya hevkariya Ermenîstan û Fransayê berpirsyar be.







