
Paşînyan biryara Ermenistanê ya ji bo cemidandina beşdariya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf di vê qonaxê de bes dibîne.
Ermenîstanê di hemû astan de beşdarbûna Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf cemidandiye, ev biryar di vê qonaxê de bes e.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemeniyê de bersiva pirsa der barê îhtîmala derketina ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de da.
“Komara Ermenîstanê di hemû astan de beşdarbûna xwe ya di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de cemidandiye. Em wê biryarê di vê qonaxê de bes dibînin. Dibe ku munaqeşe hebe, yek bibêje bes e, yekî bibêje bes e. Lê divê em lê binerin ka kî xwediyê kîjan rayeya nirxandinê ye.”
Serokwezîr tekez kir ku ew rêzê li hemû nêrînan digire, lê hikûmetê biryara xwe daye. Di vê kêliyê de Ermenistan pêwîstî bi biryareke din nabîne, lê ev nayê wê maneyê ku di kêliya pêş de pêwîstî bi biryareke din nabîne.







