
Serê sala îsalin 45 mek’t’evê Ermenîstanêye t’ezeçêkirî û t’esmîlî xevtandinê bûyî wê hevin. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda r’ûniþtina h’ökömetêda Tîgran Xaçatryanê dewsgirtîyê serekwezîr e’lamkir. N. P’aþînyanê serekwezîr pirsî, k’a berne’ma t’ezekirin, çêkirin û veçêkirina 300 mek’t’eva û 500 baxçê zar’a çi qonaxêdaye.
“Serê sala îsalin 28 mek’t’evê meye çêkirî û t’esmîlî xevtandinê bûyî hebûn. Bi h’alê 1-ê meha îlonê 7 jî wê t’esmîlî xevtandinêvin. H’etanî serê salê emê pêvajoya 10 mek’t’evê nav meþêda jî bidûmînin. Yanî- xilazîya salê idî 45 mek’t’evê meye xilazbûyî û t’esmîlî xevtandinê bûyî wê hevin, 26 jî sirîya çêkirinêdanin. Tê têr’adîtinê wekî ewê nav sala 2025-a t’esmîlî xevtandinêvin”,- Tîgran Xaçatryanê dewsgirtîyê serekwezîr got.







