Ûkraîna mecbûre qesta derbê heman bike: me weke 700 km çargoþe e’rd zevtkirîtye: Alêk’sandr Bojko

Gömana r’oavayê heye, wekî þer’ê r’aweste, lê wê r’aneweste, emê mecbûrvin t’ev Ûr’isa xeverdin. Nav soveta t’ev Faktor.TV-ê Alêk’sandr Bojkoyê dîwannasê ûkraînî, sefîreyê Ûkraînaêyî berêyî CE-da, ermenînas fikira heman e’lamkir. Bi xeverdana derheqa e’mel û pêþdaçûyînê e’skerê ûkraînîye Kûrskêda- ê dîwannas dide k’ivþê- Ûkraîna mecbûre qesta gavê heman bike, çimkî ûr’is k’ese þeherê ûkraînîye gölvedayî gölebarandikin, t’emizdikin, dikine çol. Alêk’sandr Bojko dide k’ivþê, wekî zû yan dereng wê mecbûrvin dora t’extê hevr’axeverdana r’ûnên, û niha Kîêv dicêr’bîne seva hevr’axeverdanê pêþer’ojê qeleçê diha k’ardar bie’frîne. Pêr’a jî, alîyê ûkraînî, qewlî qiseçîyê meva, çend sed ûr’is hêsîrkirine- seva paþwextîyê p’evgöhastina t’ev hêsîrê ûkraînî. Bi salixkirina sîasînasê ûkraînî h’al Donbasêda ÿp’êce cidîye. “Ûr’is köþtîyê xwer’a h’esava nakin, k’ese bi h’ezara meriva diþînne hatina köþtinê. E’skerê me gilîdikin, wekî wira k’ese cinyaz civyayîne, çawa ûr’is, isa jî em pêr’a nagihînin wana derxine derva”,- Alêk’sandr Bojko da k’ivþê.







