All NewsTop

Em piştgiriya yekparçeyiya axa Ermenistan û Azerbaycanê dikin, em li dijî guhertina sînorên navneteweyî ne. Balyozê Îranê li Ermenistanê

Helwesta me ya derbarê kêşeya Qerebaxê de pir zelal e. Balyozê Îranê li Ermenistanê Mehdî Sobhanî di hevpeyvînekê de ligel ajansa SNN a îranî ev yek ragihand.

“Em piştevaniya yekparçeyiya axa Azerbaycan û Ermenistanê dikin û li dijî guhertina sînorên navdewletî û her guhertineke jeopolîtîk li herêmê ne. Ewlehî û îstiqrara navçê di berjewendiya Îranê de ye û em amade ne di wî warî de alîkariyê bikin.”

Sobhani bi bîr xist. Îranê fikra formata “3+3” pêşniyar kir û lidarxistina civîna yekem yek ji destkeftên hikûmeta 13emîn a wî welatî bû.

Civîna wezîrên karên derve yên vê platformê bo cara yekê li Têhranê hat lidarxistin û civîna dahatû jî wê di demeke nêz da li Tirkiyê pêk were.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button