
Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê li ser rojeveke nû ya hevkariyê danûstandinan dikin. dê hêmanên nû û girîng hebin ku dê alîkarîya ewlekarî û hevkarîya aborî ya Ermenîstanê bi YE re bikin, dê bibin sedema berxwedêrîya welêt. Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos, di Kongreya Navneteweyî ya Ermenîstanê de ku li Matênadaran dest pê kir, ev tişt got.
“Herwiha ez dixwazim tekezî li ser wê yekê bikim ku Yekîtiya Ewropî di piştevaniya aştî û çareseriya li vê herêmê de ye. Û bi taybetî jî ez dixwazim balê bikşînim ku em çiqasî serwerî û yekparebûna axa Ermenîstanê diparêzin. Me li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê şandeyeke çavdêriyê bi cih kiriye, ku bi taybetî jî ji bo dabînkirina ewlehiya mirovî li navçeyên sînorî alîkar e. Di vê çarçovê de ez jî dixwazim we ragihînim ku Yekîtiya Ewropa di refên herî pêş de ji bo piştgirîkirina penaberên ji Qerebaxa Çiya bûye. Me ji payîza par ve piştgiriya xwe zêde kir. Di destpêka vê pêvajoyê de, me zêdetirî 20 mîlyon Euro piştgirî û alîkariyên mirovî pêşkêş kir. Niha jî em piştgiriya avakirina xaniyan, îstixdamê dikin û gelek biryaran distînin û bi wan biryaran em ê piştgiriya budceya xwe ya ji bo hikûmeta Ermenîstanê ji bo entegrasyona penaberan bigihînin 40 mîlyonî.” 2024, Yekîtiya Ewropî ji Ermenistanê re ragihand ku ji bo berxwedan û mezinbûnê 270 mîlyon Euro alîkarî daye.
Vasilis Maragos jî li ser bernameyên ku YEyê li herêma Syûnîkê pêk tîne û projeyên veberhênanê yên li wir tên meşandin jî axivî.







