All NewsTop

Plana Rûsyayê ya vekirina konsolosxaneya li herêma Syûnîk a Ermenîstanê di meriyetê de ye. Zaxarova

Li gorî nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Federasyona Rûsyayê Marîya Zaxarova, plana Rûsyayê ya vekirina konsulxaneya giştî ya li herêma Syûnîk a Ermenîstanê di meriyetê de ye.

Li gorî peyamnêrê Moskowayê “Armenpress”ê, Zaxarova di civîna çapemeniyê ya heftane de ev yek ragihand.

“Bi hewldanên hevpar ên hevkarên me yên Ermenî me karî di wî warî de bi pêş ve biçin. Em li benda gavên pêştir ên Êrîvanê yên fermî ne, di nav wan de prensîba wekhevî û berawirdî ya ku di pratîka dîplomatîk de hatî qebûlkirin jî heye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button