All NewsTop

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê beşdarî şîva fermî ya ku ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê ve li Washingtonê hat lidarxistin bû

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan beşdarî şîva fermî ya ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Anthony Blinken ve di çarçoveya serdana xwe ya Washingtonê de hat tertîpkirin bû.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê di nivîsa xwe ya li ser mîkrobloga Xê de behsa vê yekê kiriye.

Wezîr Mîrzoyan di nivîsa xwe de wiha got: “Ev firsendeke baş bû ji bo berdewamkirina danûstendina ramanan bi hevalbendan re li ser geşedanên herêmî, dîtina Ermenîstanê ya ji bo Qefqasya Başûr aramtir û ewledartir û kêşeyên heyî.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button