
Ji ber metirsiyên heyî divê di salên pêş de bûdceya berevaniyê ya Almanyayê bi berdewamî zêde bibe. Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Almanî Süddeutsche Zeitung, Serokê Mufetîşê yê Bundeswehr Carsten Breuerv nêrînek wiha anî ziman.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle, general got, “Pêdiviya me bi budçeyeke zêde heye.”
General bal kişand ser metirsiya potansiyela Rûsyayê, ku niha bi awayekî aktîf xwe çekdar dike.
Li gorî texmînên wî Moskow plan dike ku hejmara leşkerên xwe bigihîne 1,5 mîlyonî, ku ji hemû welatên Yekîtiya Ewropayê bi hev re zêdetir e.
“Herwiha, Rûsya berhemanîna tankan zêde dike û êdî tankên kevin wêran nake, lê hewl dide wan vegerîne û bikarbîne.”
Generalê Alman rê neda ku Rûsya di nava 5-8 salên pêş de êrîşî NATOyê bike.







