
Seroka Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Samantha Powêr dê di 8-11 Tîrmehê de li Ermenîstanê be da ku kûrbûna hevkarîya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi Ermenistanê re piştrast bike.
“Mîsyona Ermenîstanê ya USAIDê seredana bê ya seroka USAID Samantha Powêr bo Ermenistanê ragihand. Samantha Powêr dê di navbera 8-11 Tîrmehê de li Ermenîstanê be da ku kûrbûna hevkarîya Dewletên Yekbûyî bi Ermenîstanê re piştrast bike, piştgirîya USAID-ê ji rojeva reformê ya hukûmeta Ermenîstanê re ronî bike, û pêşdebirina hewildanên ji bo zêdekirina berxwedêriya Ermenîstanê bide pêş.”
Di serdana xwe de, serokê USAID dê bi berpirsên payebilind ên hikûmeta Ermenîstanê, serokên karsaz, ciwan û nûnerên medyayê re bicive û tekezî li ser pabendbûna USAID ji bo bihêzkirina saziyên demokratîk ên Ermenistanê û bi kar anîna potansiyela wê ya aborî ji bo berjewendiya hemû Ermeniyan bike.
Ew ê her weha bi kesên jicîhûwarkirî yên ji Qerebaxa Çîyare bicive da ku piştgiriya Dewletên Yekbûyî ji Hikûmeta Ermenîstanê re di peydakirina alîkariya mirovahî de, di nav de alîkariya derûnî û demdirêj a jicîhûwaran ji bo ji nû ve avakirina jiyana wan, xurt bike.







