
Di çarçoveya amadekariyên ji bo beşdarbûna mîsyonên aştiyê yên navneteweyî de, tetbîqata hevpar a Ermenî-Amerîkî ya bi navê “EAGLE PARTNER-2024” wê di navbera 15-24’ê Tîrmehê de li Ermenîstanê bê lidarxistin. Ev yek ji aliyê Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ve hat ragihandin.
Leşkerên Tûgaya Aşitiyê ya Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê, hêzên bejayî yên Amerîkayê yên li Ewropa û Afrîkayê û Hêzên Parastina Neteweyî ya Kansasê dê beşdarî tetbîqatê bibin.
Tetbîqat operasyonên aramkirinê di navbera aliyên nakok de di dema mîsyonên aşitiyê de pêk tîne.
Armanca tetbîqatê ew e ku di çarçoveya operesyonên aşitiyê de asta hevxebata yekîneyên ku beşdarî mîsyonên aştîparêz ên navneteweyî dibin, pevguhertina baştirîn pratîkên rêveberî û ragihandina taktîkî û her wiha zêdekirina amadebaşiya yekîneya Ermenistanê ye. Di çarçoveya amadekariyên mîsyonên aşitiyê de, yekîneyên ku ji bo operasyonên aştiyê yên navneteweyî amade dikin, bi rêkûpêk beşdarî tetbîqat û tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên li welatên hevkar dibin.







