
Serokwezîr Nkol Paşînyan Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Aborî ya Behra Reş Lazar Komanêskû qebûl kir.
Serokwezîr destnîşan kir ku Ermenistan wek welatê ku ji 1ê tîrmehê va serokatiya Rêxistina Hevkariya Aborî ya Behra Reş girtiye ser milê xwe, girîngiyê dide geşepêdana domdar a hevkariyê di navbera welatên endam di warên cuda yên aboriyê da. Nîkol Paşînyan bal kişand ser rola rêxistinê ya ji bo berfirehkirina hevkariyên herêmî û destnîşan kir ku hikûmeta Ermenistanê di warê veguhastin, enerjî, telekomunîkasyon û warên din da peywendiyên xwe berfireh bike.
Li gorî Lazar Komaneskû, wan bi hevkarên hikûmeta Ermenîstanê re danûstandinên bi bandor kirine, ji bo ku di dema serokatiya rêxistinê de pêşiyê bên diyarkirin û bi cih bînin.
Hevpeyvînan li ser projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya hikûmeta Ermenîstanê, pêvajoya çêkirina rêya bakur-başûr a Ermenîstanê û mijarên têkildarî hevkariya aborî ya herêmê de fikr û ramanên xwe danustandin.







