All NewsTop

Rastgirên tund di tûra yekem a hilbijartinên parlamentoya Fransayê de bi ser ketin

BBC ragihand ku partiya rastgira tund a Marîê Li Pên ya bi navê “Yekitiya Neteweyî” di tûra yekem a hilbijartinên Parlamentoya Fransayê de bi ser ket.

Partiya “Yekîtiya Neteweyî” %33.1 dengan, bloka çep – 28%, û kampa Macron – 20.76%. Serokê 28 salî yê partiya serketî Jordan Bardela got: “Armanca min ew e ku bibim serokwezîrê hemû Fransiyan, eger Fransî dengên xwe bidin me.”

Rastgirên tund berê di tûra yekem a hilbijartinên parlamentoya Fransayê de bi ser neketibûn.

Tûra duyemîn a hilbijartinên awarte yên Parlamentoya Fransayê di 7’ê Tîrmehê de tê lidarxistin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button