
Ermenîstanê beşdarbûna xwe ya di civîna bilind a NATOyê ya li Waşîngtonê de bi formata hevkar û çalakiyên têkildarî 75 saliya rêxistinê piştrast kir. Berdevka Çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan di hevpeyvîna xwe ya bi “Armenpress”ê re wiha got: “Ermenîstanê ji bo beşdarbûna lûtkeya NATOyê ji DYAyê vexwendname wergirtiye yan na, gelo bersiva Ermenistanê çi ye?”
“Ermenîstanê ji bo beşdarbûna li civîna NATOyê ya li Waşîngtonê û çalakiyên girêdayî wê yên ku ji bo 75emîn salvegera rêxistinê tên lidarxistin, vexwendname wergirtiye û beşdarbûna xwe piştrast kiriye. Niha ti rêkeftineke din nîne, “Badalyan gotîe.
Berî niha Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Ewropa û Avrasyayê James O’Brien li Azerbaycanê di civîneke rojnamevaniyê de ragihandibû, ku Amerîka Azerbaycan û Ermenîstanê vexwendiye civîna hevpeymanan di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de, ku dê li Waşîngtonê birêve biçe.
Civîna bilind a NATOyê ya ku li Waşîngtonê tê lidarxistin, wê di 9-11ê Tîrmehê de pêk were.







