
Ji bo Hindistanê pozîsyona Ermenîstanê pir girîng e ji ber ku di navbera Ewropa û Rojhilat de ye, lewma jî di navbera her du welatan de têkiliyên baş hatine danîn.
Li gorî rapora Armenpress`ê, wezîrê karên derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar di hevdîtina digel komek rojnamevanên welatên Avrasyayê yên ku gihîştine Hindistanê, helwestek wiha nîşan da.
“Gelek derfet hene ku ji bo pêşxistina peywendiyên sûdmend di çend waran de: aborî, çandî, siyasî û yên din. Ji ber vê yekê li vir gelek tişt hene ku bêne kirin, “got Jaishankar, li ser têkiliyên Ermenî û Hindistanê.
Wezîrê karên derve yê Hindistanê her wiha amaje bi mijara cîbicîkirina mêgaprojeyên lojîstîkê kir ku di van demên dawîn de bûye mijara gotûbêja gelek welatan.
“Di dehsalên dawî de, gelek guhertin çêbûn, di encamê de derfetên vekirina korîdorên nû yên veguhastinê û lojîstîkê derketin. Li ser rêya veguhestinê ya Bakur-Başûr ku di bingehê wê de bendera Çabeharê ji bo gelek dewletan roleke girîng dilîze gelek tê axaftin. Korîdora Asyaya Navîn jî wekî rêyeke alternatîf tê nirxandin. Her weha dê alternatîfên din jî hebin ji ber ku hemî korîdorên berê 8-9 deh sal berê hatine damezrandin û çavkanî û şiyanên wan qediyane,” wezîrê derve yê Hindistanê got.







