
Ermenistan tenê ji bo parastina yekitiya axa xwe çek û cebilxane bi dest dixe. Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenîstanê Armen Grîgoryan di brîfîngekê de bi rojnamevanan re got.
“Hemû çekên ku heta vê gavê hatine bidestxistin, dê tenê ji bo parastina xaka serweriya Ermenistanê were bikar anîn. Berpirsiyarê aştiya li herêmê her kes e, berî her tiştî welatên herêmê, her wiha hevkarên navneteweyî jî dikarin piştgirî û di gelek rewşan de piştgirî bidin aramî û aştiya herêmê.”







