
Îran û Ermenîstanê ji bo vekirina konsolosxaneyên xwe yên sereke yên li Tebrîz û Kapanê bi hev re peyman îmze kirin. Li gorî ajansa IRNA ya îranî, sekreterê çapemeniyê yê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ev yek ragihand.
Wî her wiha got: Konsulxaneya giştî ya Îranê di çarçoveya serdana wezîrê derve yê berê yê Îranê Amir Ebdulah Hiyan bo Ermenistanê de bi awayekî fermî hat vekirin.
Nasir Kenanî got: “Di serdana Emîrabdollahiyan a Ermenîstanê de, peymana Îranê ya ji bo vekirina dualî ya Serkonsolosxaneya Ermenîstanê ya li Tebrîzê ji rayedarên Ermenîstanê re hat pêşkêşkirin.”







