
Balyozê Ermenîstanê yê li Ûkraynayê Vladîmîr Karapêtyan û serokê navçeya îdarî ya Nor Norkê ya Êrîvanê Tîgran Têr-Margaryan serdana bajarê Bûça yê herêma Kîevê kirin.
Ev ji hêla karûbarê çapemeniyê ya Meclîsa Bajarê Bûça ve hate ragihandin.
Hate diyarkirin ku di hevdîtina bi rayedarên herêmê re li ser hevkariya Bûça û cemaeta Nor Norkê ya Êrîvanê hatiye axaftin.
Heyeta Ermenîstanê jî ji bo saziyên tenduristiyê yên bajêr alîkariyên mirovî, derman pêşkêş kirin.







