
Ermenistan ji ber ku welatekî bejahî ye, pêdivî bi projeyên ragihandinê yên zêdetir heye. Û eger derfeta bikaranîna bendera Çabaharê ji Ermenistanê re hêsantir bibe, ez wisa difikirim ku ew ê alîkariya Ermenîstanê bike ku ji rastiya ku ew welatekî bejahî ye derbas bike. Balyozê Awarte û Desthilatdar ê Hindistanê li Ermenîstanê Nîlakşî Saha Sînha di hevpeyvîna xwe ya bi Armenpressê re ev tişt got.
Balyoz destnîşan kir ku bendera Çabeharê bi hevpariya Hindistan û Îranê tê pêşxistin.
<<Di dema gotûbêjên me yên bi aliyê Ermenî re, aliyê ermenî eleqe nîşanî bikaranîna bendera Çabaharê da. Wezîrê Îdareya Herêmî yê Ermenîstanê meha Kanûna par çûbû Bendera Çabaharê. Em li benda hûragahiyan ji aliyê Ermenîstanê ne û dema ku ji aliyê Ermenîstanê ve pêşniyarên zelal bi dest me bê em ê teqez li ber çavan bigirin.”







