
Di çarçoveya tetbîqata leşkerî ya fermandarî û personelan a stratejîk de ku di 18ê Gulanê de li Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê hatibû destpêkirin, çalakiyên plankirî dewam kirin.
Wezareta Berevaniyê radigihîne ku çend beşên taktîkî hatin lîstin, û şiyanên fermandaran ên plankirin û birêvebirina operasyonan hatin ceribandin. Yek ji qonaxên pratîkî yên tetbîqatê ji aliyê Alîkarê Yekemîn ê Wezîrê Parastinê, Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Korgeneral Edward Asryan ve hat şopandin.
Em bi bîr tînin ku tetbîqata fermandariya stratejîk a 20’ê Gulanê wê bi dawî bibe û encamên wê bi kurtî bên eşkerekirin.







