
Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan wê beşdarî rûniştina Konseya Wezîrên Karên Derve yên Dewletên Hevbeş ku di 12’ê Nîsanê de li Mînskê bê lidarxistin, naçe. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê li ser lêpirsîna Panorama.am’ê ev agahî da.
“Di bersiva lêpirsîna we de. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan wê beşdarî rûniştina Konseya Wezîrên Karên Derve yên Dewletên Serbixwe ku di 12’ê Nîsanê de li Mînskê bê lidarxistin, nabe.”







