
270 milyon euroyê ku ji YEyê bê standin ne destpêk û ne jî dawî bû, berî wê pere hat wergirtin û dê piştî wê jî bê wergirtin. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan îro 6ê Nîsanê li ser weşana Televîzyona Giştî ev tişt got.
“Ne hewce ye ku gere ji tiştên mayî yên 5ê Nîsanê were veqetandin. Ji destpêkê ve ne hewce bû ku hêvî bikira, min dît ku beriya civînê gelek spekulasyon hebûn ku YE û DYE dê gelek zêdetir pere wek piştgirî bidin aboriya Ermenistanê.
Ji xeynî 270 milyon euroyî em 2,6 milyar jî ji bîr nekin. Ew ê wek nimûne ji bo bilindkirina standardên berhemên ermenî bên arastekirin. Ev tenê beşeke ji pêvajoyeke mezin e, ne bi vê dest pê kir û ne jî bi dawî bû, ne wekî berê pere tunebû û piştî wê jî nabe.”







