
Me di têkiliyên xwe yên bi Federasyona Rûsyayê re tiştekî xelet nekir, hevkarên me nikarin cihekî nîşan bidin û bibêjin ku we li vir erkên filan hebûn û we bi cih neanîn. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di vîdeoyeke ku li ser rûpela xwe ya facebookê de hat weşandin di hevdîtina bi endamên partiyê re ev tişt got.
“Em dikarin nîşan bidin û em dikin, em pirsên rewa dikin û em li bendê ne ku bersivên bingehîn ji wan pirsên rewa re werin. Ji ber ku ev bersiv nehatiye dayîn, çi bê gotin jî dê pirsgirêk çareser nebe.







