
Ermenîstanê piştgirîya xwe pêşkêşî Hindistanê kir ku rêyek bazirganî ya alternatîf ku welêt bi Ewrûpayê ve girêdide ava bike. Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Ermenîstanê Narêk Mkrtçyan ku li Delhiya Nû beşdarî konferansa navneteweyî ya zanista siyasî ya bi navê “Raisina Dialogue” bû, ji ANI re axivî.
“Ermenistan xwediyê pozîsyoneke stratejîk e ku rêyeke bazirganiya deryayî ya alternatîf pêşkêşî Hindistanê bike, bi taybetî bi Ewropayê re,” wî got.
Wezîr da zanîn ku ev yek di demekê de girîng e ku gelek welat, di nav wan de Hindistan, ji bo bazirganiya bi Ewropa û Rojava re li rêyên behrê yên alternatîf digerin, ji ber zêdebûna êrîşan li ser keştiyên bazirganiyê yên ji Deryaya Sor derbas dibin.







