
Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva daxwaza servîsa ermenî ya “Dengê Amerîka” ya derbarê daxuyaniyên Serokwezîr Nîkol Paşînyan ên derbarê endambûna Ermenistanê di Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de û gavên Yêrêvanê di warê parastinê de da.
Wezareta Karên Derve got: “Em rêzê li daxwaza Ermenîstanê wek welatekî serbixwe didomînin ku têkiliyên ewlekarî yên ku wê hilbijartiye bidomîne û em piştgirîya serwerî û yekparçeyîya axa hemû welatên herêmê dikin.”
Wezaretê bal kişand ser pirsgirêkên heyî yên di têkiliyên Yêrîvanê û Moskovayê de. “Rûsya ne li Başûrê Kafkasya û ne jî li devereke din hevalbend û hevkarekî pêbawer û xwedî wijdan e. Me gelek caran dît ku Rûsya bi berjewendiyên Ermenîstanê re ne xem e.”







