
Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya Foruma Ewlehiyê ya Munchenê de bi Serokê Bankeya Avakirin û Pêşketinê ya Ewropayê Odîl Rêno-Basso ra hevdîtin kirîe.
Serokwezîr bal kişand ser biryara civîna salane ya Banka Ewropî ya Veavakirin û Pêşketinê di meha gulanê de li Êrîvanê û pê bawer e ku dê di asteke bilind de bê lidarxistin.
Nîkol Paşînyan bal kişand ser hevkarîya nêzîk û bibandor a di navbera hikûmeta Ermenîstanê û Banka Ewropî ya Avakirin û Pêşketinê da ku di encamê de li welatê me gelek proje di warên cuda de têne cîbicîkirin. Li gorî serokwezîr, ev hevkarî di heman demê de bû sedema aramî û geşepêdana aboriya Ermenistanê.
Serokê Banka Ewropî ya Nûavakirin û Pêşketinê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo hevkariya bi hikûmeta Ermenîstanê ra nîşan da û got ku projeyên hevpar ên ku tên cîbicîkirin bi berdewamî berfirehtir dibin.
Xatûn Basso tekezî li ser cîbicîkirina projeyan di warê pêşxistina binesaziyê, çêkirina rêyan, sektora taybet û arasteyên din de kir û da zanîn ku Banka Ewropî ya Avakirin û Pêşketinê amade ye hevkariya dualî berfireh bike.
Di civînê de her du aliyan li ser berdewamiya hevkariyê gotûbêj kirine.







