
Wezîrê karên derve yê Ermenistanê, Ararat Mîrzoyan, ji hevkarên xwe yên Rûs daxwaz dike ku rêza kronolojîk rast dubare bikin û sûcdariyên ku Ermenistan tê da ne sûcdar e, nexîne destê ermeniyan.
Mîrzoyan di civîna çapemeniyê da ev tişt anî ziman û bal kişand ser sûcdariya Rûsyayê ya ku dema Nîkol Paşînyan li Pragê li gorî deklerasyona Alma Atayê daxuyaniyek îmze kir, pirsgirêka Qerebaxê jî di nav da pirsgirêka statuyê hat girtin.
Mîrzoyan da zanîn ku ev îdia hem di hevdîtinên bi wî re û hem jî di raya giştî de ji aliyê hevkarê wî yê Rûs ve hatiye kirinê.
Wezîrê Karên Derva wiha got: “Ez ji hevkarên xwe yên Rûs daxwaz dikim ku têkiliyên sedem-encamê û rêza kronolojîk rast dubare bikin û bi kêmanî sûcên ku di wan de sûcê ermenî tune ye, nexin destê Ermeniyan.”







