
Komara Ermenîstanê tevî gelek pirsgirêkên bi Azerbaycanê re, li ser pêvajoya avakirina aştiyê li Kafkasya Başûr dimîne. Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan di civîneke çapemeniyê da ev tişt gotîe.
“Ji aliyê teorîk va pêvajoya aştiyê di navbera dijminan de derbas dibe. Eşkere ye ku dîroka dijminatiya demdirêj heye, û hîna jî girtiyên me hene. Bi rastî jî gelek pirsgirêk hene, û eger hûn hewl bidin van pirsgirêkan tomar bikin, wê demê bi îhtîmaleke mezin ew nebûna îradeya siyasî ya Azerbaycanê ye. Bi kêmanî ev yek ji daxuyanî û nirxandinên herî dawî yên Serokomarê Azerbaycanê tê nirxandin.
Erê, em di wê baweriyê de ne ku li Azerbaycanê îradeya siyasî ya çareseriyê nemaye, berovajî vê yekê dixwaze pirsgirêkan girantir bike û di proseya sînordarkirinê de astengan çêbike.”
Li gorî Wezîrê Karên Derve, aliyê Ermenîstanê di hemû waran de paşvekişîna Azerbaycanê ji peymanan dibîne.
Mîrzoyan gotîe, “Lê Komara Ermenîstanê bi pêvajoya aştiyê va girêdayî ye û bi giştî pêvajoya aştiyê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e.”
Wezîr diyar kir ku Ermenistan û Azerbaycanê beriya destpêkirina pêvajoya asayîkirina peywendiyan şert û mercên pêşwext pêşkêşî hev nekirine.







