
Wezareta karên derve ya Ermenistanê di daxûyaniyekê de wê kiryarên aliyê Azerbaycanê bi armanca tehrîkkirina aloziyeke nû, paşxistina pêvajoya aşitiyê û anîna wê bo xitimandinê bi tundî şermezar kirîe.
4ê Kanûna pêşin da serbazê Artêşa Ermenîstanê Gêrasîm Avêtîkî Arakêlyan li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê li herêma Vayots Dzorê a Ermenîstanê ji aliyê sekvanekî artêşa Azerbaycanê va hatîe kuştinê, ev kirîar hewl dide pêvajoya aşitiyê paşde bixe û ber bi xitimandinê ve bîne.
Wezareta Derve ya Ermenistanê di daxuyaniyekê da gotîe: “Em van kiryarên aliyê Azerbaycanê bi tundî şermezar dikin ku armanca wan tehrîkkirina aloziyeke nû, paşxistina pêvajoya aştiyê û anîna wê bo xitimandinê ye.”







