
Belê, gelek caran dibe ku ji aliyê Azerbaycanê ve tiştek tê gotin, paşê tiştek din tê şîrovekirin, paşê tiştek din li cihekî din tê gotin. Lê dixuye ku her tiştê ku divê were gotin berê hatiye gotin û ji cîhanê re eşkere û têgihîştî ye ku Ermenistan amade ye ku li gorî pîvanên navneteweyî peymanek aştiyê îmze bike. Serokê Meclisa Neteweyî Alên Sîmonyan li Meclisa Neteweyî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ev tişt gotîe.
“Niha top li meydana Azerbaycanê ye û eger Azerbaycan li ser asta serokatiyê ragihand ku ew amade ne, peymana aştiyê amade ye.
“Hevpeymanên navneteweyî yên ku bi serokomarê Azerbaycanê re hevdîtin pêk anîne, di civînê de ji min re gotin ku wî bixwe gotiye ji sedî 80 peymana aştîê hazire.
Ger ku were xwestin, heke hikûmeta Azerbaycanê bi rastî îradeya siyasî nîşan bide, peymana aştiyê dikare di nav 15 rojên pêş de were çêkirin.”
Alên Sîmonyan da zanîn ku Ermenîstanê ti hevdîtin red nekiriye, redkirina her tim li aliyê Azerbaycanê li Brûsêl, Granada, Waşîngton bûye.







