
Teletona 26emîn a Fona Ermenîstanê ya Hayastanê bi sernavê “Ji bo te, Ermenîstan” pêk hat, ku heta niha derdora 8,4 milyon dolarê Amerîkî hatiye komkirin. Em hêjayî gotinê dibînin ku bûyerên komkirina drav hîn jî berdewam in, û encamên dawîn dê di dawiya salê de werin berhev kirin.
Pereyên teletona bi sernavê “Ji bo te, Ermenîstan” dê ji bo başkirina şert û mercên jiyanê yên hevwelatiyên me yên ku bi darê zorê ji Artsaxê koçber bûne û her wiha ji bo fînansekirina projeyên ku ji bo pêşxistina civakên sînorî ne, were terxankirin.







