
Heyetek ji Servîsa Çalakiya Derve ya Yekîtiya Ewropayê û nûnerên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê wê di navbera 27 û 29ê çirîa paşin da de bên Ermenîstanê. Tîma çapemenî û ragihandinê ya heyeta Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê ragihandîe.
Vê serdanê de, têkiliyên Yekîtiya Ewropî-Ermenîstanê di gelek aliyên cuda de, bi mebesta nirxandina rêgezên muhtemel ên ji bo kûrkirin û xurtkirina têkiliyên Yekîtiya Ewropî-Ermenîstanê, û her weha çawa Ermenistan dikare hemî potansiyela Peymana Berfireh û YE-Ermenistan bikar bîne, wê bêne gotûbêj kirin.
Heyet wê bi nûnerên payebilind ên Hikûmeta Komara Ermenîstanê, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan pêk bîne.







