All NewsTop

Wedê êrîşa Azerbaycanê da der barê îşkencekirina welatiyan û bêhurmetiya cinîazan da agahî hatine girtinê

Di 28’ê Çirîa Paşin da parêzvanê mafên mirovan Anahît Manasyan çarçoveya Kongreya Parêzerên Ermenîstanê da beşdarî paneleke li ser pirsên kesên ji Qerebaxa Çiyayê hatine koçberkirin bûye. Ev ji aliyê Ofîsa Berevaniya Mafên Mirovan a Ermenistanê va hatîye ragihandinê.

Anahît Manasyan destnîşan kirîe ku têkildarî bûyerên dawî da qada xebatên Parastinê yên Mafên Mirovan gelekî zêde bûye.

Zêdetirî 100 hezar hevwelatiyên me yên bi darê zorê koçber bûne hene û pirsên girêdayî parastin, pêşvebirin û garantîkirina mafên wan di serî da ne. Em ji roja destpêkê va bi awayekî aktîf tevlî van xebatan bûne. Ez bi karmendan ra çûme Gorîs, Kornîdzor û Vaîkê, me bi şev jî xebat dikir.

Niha jî, em bi berdewamî serdana şêniyên demkî yên kesên ku bi darê zorê hatine koçberkirinê dikin. Vê heyamê da, em bi nêzîkî 400 kesan ra axivîne, encamê da me agahî li ser kuştin, îşkence, bêhurmetiya laşan, sinetkirin û muameleya xerab a li dijî sivîlan da encama êrişên Azerbeycanê da ku ji aliyê qanûnên navneteweyî va hatine qedexekirinê, wergirtînw.”  Parêzger gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button