All NewsTop

Guman hene ku Bakû dixwaze pêvajoya aştiyê temam bike yan na. Cîgirê Wezîrê Derve

Hewldanên Azerbaycanê ji bo guhertina berdewam formata danûstandinên bi Ermenistanê re, gumanan li ser berjewendiya Bakûyê di temamkirina pêvajoya aştiyê de li ser aliyên Ermenî zêde dike.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan di axaftina xwe ya li Meclîsa Neteweyî ya li gel rojnamevanan da dîyar kirîe ku gelo Bakû dev ji formata Rojava berdide yan na, wan jî diyar kir ku ew amade ne li Gûrcistanê muzakereyê bikin.

Kostanyan gotîe: “Bi rastî, guhertina berdewam ya formatan gumanên cidî di nav me de çêdike ku gelo Bakûya fermî bi hemû awayî eleqedar e ku pêvajoya aştiyê temam bike, an ew bi tenê hewl didin ku ji formek derbasî forma din bibin û bi vî awayî jî gihîştina lihevkirinên berbiçav dûr bikevin.”

Derbarê mijara lidarxistina civînekê li Tiblîsê jî, cîgirê wezîr tekez kir, ku niha rêkeftineke wiha nîne.

Aliyê ermenî amade ye beşdarî civîna dawî ya plankirî ya meha Cotmehê ya li Brukselê bibe.

Li gor Kostanyan, Ermenistan dixwaze bi cîranên xwe re têkiliyên xwe bi rêk û pêk bike. Û li ser pirsa gelo li ser platformên rojavayî yan jî yên Rûsyayê, Kostanyan bersiv da ku platform bi serê xwe nabe armanc.

“Ji bo me girîng e ku em têkiliyan birêkûpêk bikin. Û piştî wê lihevkirinê, divê rêz li rêkeftinên ku hatine kirin û bi nivîskî hatine destnîşankirin, bêne girtin û hevkar garantî bikin ku aliyê Azerbaycanê binpêkirina wan nake.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button