
Şandina bi serokatiya Wezîrê Dadê Grîgor Mînasyan beşdarîna danûstandinên di navbera ekîba nirxandinê ya Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşketinê ya tora dijî gendeliyê û şanda Ermenistanê bûye û piştre jî di rûniştina giştî ya koma rêveberiya tora dijî gendeliyê daye.
Armanca serdanê muzakere û qebûlkirina pêşnûmeya raporta li ser nirxandina tora dijî gendeliyê ya Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî “Li Ermenistanê reformên dijî gendeliyê” bûye. Di nirxandinê de 9 qadên performansê hene, ku ne tenê çalakiyên meqamên zagonsaz, cîbicîkar û dadwerî yên Ermenîstanêye, saziyên serbixwe û xweser, ajansên dadrêsî, lê di heman demê da li ser çalakiyên saziyên qanûnî yên sektora taybet, rêxistinên bi dewletê ra jî vedihewîne.







